Meny Sök
Sök på EU-upplysningen

Vanliga sökord

Inga vanliga sökord hittades. Pröva att skriva klart ditt sökord och klicka på sökknappen.

Artiklar om EU

Inga artiklar hittades

Frågor och svar om EU

Inga frågor och svar hittades

Dîroka YE bi kurtî

Ji şeş welatan bo ...

Îro YE ji 28 welatên ku bi tevde xwedî nifûseka nêzîkî 508 milyonan e pêk tê. Zêdetir welat, wek nimûne Serbistan û Tirkiye, dixwazin bibin endam.

Çima welatên Ewropayê dest bi hevkariyê kir? Çend welatan yekser piştî şerê cîhanê yê duyem xwast rê li pêşiya şerên nû bigrin. Bi wî awayî şeş welatan di 1952ê de Hevgirtina Komir û Polayê ya Ewropayî ava kir. Wan dê bi hev re berpirsiyariya hilberandina komir û polayê, ku madeyên xam yên ji bo endustriya şerî giring bûn, bikira. Wan dê bi vî awayî rê li pêşiya welatê ku bixwasta xwe cardî çekdar bikira bigirta. Ev ji bo avakirina YE gava yekemîn bû.

Hevkarî di sala 1958ê de derbasî berhem, xizmet û sermayeyên din jî bû. Çend salan paştir, ji tevahiya hevkariyê re HE, Hevgirtinên Ewropayî, hat gotin. Bi demê re, di nav wan de jîngeh, çandinî û veguhastin jî ketin nav wezîfeyên HE. Di sala 1993ê de HE bû YE, ango Yekîtiya Ewropayî. Bi vî awayî derfet ji bo welatan ku wek nimûne, li ser pirsên siyaseta derveyî bi hev re tevbigerin çêbûn. Piştî wê 16 welatên din jî bûn endam, helbet ev jî bandora xwe li ser hevkariyê dide xuya kirin.

Senast uppdaterad: 2013-11-29

Hade du nytta av denna information?

När du svarar på frågan ovan samtycker du också till att cookies används. Inga personuppgifter lagras. Mer om cookies.