Meny Sök
Sök på EU-upplysningen

Vanliga sökord

Inga vanliga sökord hittades. Pröva att skriva klart ditt sökord och klicka på sökknappen.

Artiklar om EU

Inga artiklar hittades

Frågor och svar om EU

Inga frågor och svar hittades

Tu çawa dikarî bandorê li YE bikî?

Heger tu bixwazî bandorê li ser biryarên YE bikî, tu dikarî peywendiyê bi kesên ku li ser pirsên YE kar dikin re danî.

Endamên parlamentoya Ewropayê. Di nav parlamentoya Ewropayê de endamên swêdî hene û ew bandora xwe li biryarên YE dikin. Agahdariyên peywendîkirinê bi wan re di www.europaparlamentet.se de hene. Herweha tu dikarî peywendiyê bi buroya agahdariyan ya parlamentoya Ewropayê bikî, telefon 08-562 444 55, e-poste Contact.

Endamên parlamentoyê (ya Swêdê). Endamên parlamentoya Swêdê qanûnan li Swêdê datînin û nêrînên xwe yên ji bo biryardana li Konseya Wezîran pêşkêşî hikûmetê dikin. Navnîşanên 349 endaman û yên partiyên siyasî yên di parlamentoya Swêdê de di www.riksdagen.se de hene.

Wezîrên di nav hikûmetê de. Wezîrên swêdî beşdarî cîvînên Konseya Wezîran ya YE dibin û biryarê li ser qaîdeyên nû yên YE didin. Agahdariyên peywendîkirinê bi hemû wezîrên hikûmetê re di www.regeringen.se de hene.

Komîsyona YE. Komîsyona YE gelek caran daxwaza nêrînan li ser pêşnimayên qanûnan dike. Milyonek welatiyên YE jî dikarin bi insiyatîfa welatiyan ji komîsyonê daxwaza pêşniyara qanûnan bikin. Tu dikarî peywendiyê bi buroya Komîsyona YE ya li Swêdê bikî, telefon 08-562 444 11, e-poste Contact. Malper ev e: ec.europa.eu/sverige/index_sv.htm.

Rêxistin. Gelek rêxistin hevkariyê di asta ewropayî de dikin ji bo ku bandorê li YE bikin.

Senast uppdaterad: 2013-11-29

Hade du nytta av denna information?

När du svarar på frågan ovan samtycker du också till att cookies används. Inga personuppgifter lagras. Mer om cookies.