Meny Sök
Sök på EU-upplysningen

Vanliga sökord

Inga vanliga sökord hittades. Pröva att skriva klart ditt sökord och klicka på sökknappen.

Artiklar om EU

Inga artiklar hittades

Frågor och svar om EU

Inga frågor och svar hittades

YE bi kurtî

Swêd ji sala 1995ê ve di nav Yekîtiya Ewropayî (YE) de ye. Welatên YE li ser gelek babetan di nav hevkariyê de ne û gelek ji wan bandorê li jiyana me ya rojane dikin. Li jêr bi kurtî xetên giştî li ser xebata YE, ka biryar di nav YE çawa tên dan û rola Swêdê di YE de tên pêşkêş kirin. Herweha qala wê tê kirin ka tu dê çawa bikaribî bandorê li YE bikî.

Qismekê mezin ji karê YE li ser hêsankirina bazirganiyê di navbera welatên endam de ye. Herweha, hevkariya di YE de dirame ku seferkirin yan barkirin bo welatekê din yê YE yan xwendin li welatekê din yê YE hêsan be. Êdî welatiyê YE bo nimûne dikare bê destûreka taybetî ya rûniştinê yan karkirinê li welatekê din yê YE bixebite. Euro diravê nêzîkî nîvê welatên YE ye.

Welatên endam

Welat di demên cuda de bûne endam:

1952 Belçîka, Fransa, Îtalya, Luksembûrg, Hollanda, Almanya
1973 Danmark, Îrlanda, Brîtanyaya Mezin
1981 Yûnanistan
1986 Portogal, Îspanya
1995 Fînlanda, Swêd, Awusturya
2004 Qibris, Estonya, Letviya, Letonya, Malta, Polonya, Slovenya, Slovakya, Çek, Macaristan
2007 Bulgaristan, Romanya
2013 Xirvatistan

Derbarê Agahdariya YE (EU-upplysningen)

Parlamentoyê Agahdariya YE wezîfedar kiriye ku zanyariyên bêalî û piralî li ser YE, endametiya Swêdê û xebata YE di parlamentoyê de bide. Tu dikarî bi rêya telefon, e-poste yan nameyê pêwendiyê bi me re bikî.

Malper: www.eu-upplysningen.se

E-poste: Contact

Telefon: 020-250 000 (duşem-înî 9-11)

Navnîşana posteyê: EU-upplysningen, Sveriges riksdag, 100 12 Stockholm

Senast uppdaterad: 2013-11-29

Hade du nytta av denna information?

När du svarar på frågan ovan samtycker du också till att cookies används. Inga personuppgifter lagras. Mer om cookies.