Meny Sök
Sök på EU-upplysningen

Vanliga sökord

Inga vanliga sökord hittades. Pröva att skriva klart ditt sökord och klicka på sökknappen.

Artiklar om EU

Inga artiklar hittades

Frågor och svar om EU

Inga frågor och svar hittades

YE çi dike?

Ma YE bi hemû tiştî mijûl e?

YE bi gelek pirsan ve mijûl dibe. Va çend nimûne:

Pirsên jîngehê. Wek nimûne YE hedef daye ber xwe ku diyar bike dê welatên endam çawa berdana bermayiyên gazên serayî kêm bikin.

Masîgirtin. YE biryarê dide ka çiqas masî di nav avên welatên endam de dikarin bên girtin, wek nimûne derbarê masiyên Morîna yên di deryaya Baltîkê de.

Hevkariya polîsan. Mafê polîs û dadgirên welatên YE heye ku ji bo têkbirina tawankariya mezin, wek nimûne li dijî qaçaxçîtiya narkotîkayê, hevkariyê bikin.

Piştgiriya herêmî. Welatên YE dixwazin cudayiyên aborî û civakî yên di navbera welatan û herêman yên di nava YE de kêm bikin. Lewre, beşekê mezin ji pereyên YE ji bo piştgiriya herêmî diçin.

Siyaseta penaberiyê. Hin qaîdeyên YE yên hevbeş li ser mijara mafê penaberiyê ji bo penaberan hene, wek nimûne dê kîjan welat li daxwaza penaberiyê binêre.

Welatên YE ji bo siyaseta alîkariyê, ji bo bazirganiya bi welatên derveyî YE re, ji bo piştgiriya çandiniyê û pirsên li ser tiştên xwarinê jî di nava hevkariyê de ne.

YE vê nake

Welatên endam bi xwe berpirsiyariya gelek pirsan dikin. Çend nimûne: bacên dahatê, lênêrîna nexweşan, dibistan û herweha teqawîdî û alîkariya zarokan.

Senast uppdaterad: 2013-11-29

Hade du nytta av denna information?

När du svarar på frågan ovan samtycker du också till att cookies används. Inga personuppgifter lagras. Mer om cookies.